“16’mîn Konferansa Kurd” li Parlementa Ewropa li darket.

Bruxel-5-6 Sibat 2020 li salona  ALTÎERO SPÎRELLÎ /Parlementa Ewropa, konferansa Kurd hat li darxistin.

Konferans ji alîyê :

-Grupa Çepgir (Leaft Grup)

-Grupa KESK (Greens grup)

-Grupa Sosyalist/Demokrata û

-Enstîtuya Bruxelê hat organîze kirin.

Ev “Grup”ana, ji 2004 an virde, salê carek bi hevparî û piştgirîya  KNK’ê, ”konferans”ek amade dikin.

Babetên konferansê li ser:

“Yekîtîya Ewropa, Rojhelata Navīn, Tûrkîye û Rewşa Kurdan” hatibû

destnîşankirin.

Axaftin bi taybetî, bi gotinên glover li ser bûyeran rûdan!

Grupên Ewropî, Şerrvanîya Kurdan û trajedîya wan anin ziman.. Ji bo doza Kurd, rê u rêbazên çareserîyek maqûl xwestin.

Hêrîşên Turkîye yên li heremê, bi tundî hat şermezarkirin.

Berpirsên grûban, piştgirîya xwe ji bo Kurdan anîn ziman.

Alîyên KNK’ê jî, axaftinên xwe di çarçeveya nêrîn û sistema pkkê de anîn ziman!!

Navê “Kurdîstanê” qet bikar neanîn.

Amed DÎCLE (yek ji berpisê medya pkk), got ku “Dewlet, di rojeva me de tune ye. Sisteme gelan, li Bakurê Sûrîye yekane alternatife” û wd.

Wekî prensîp, ”Bakurê Surîye” ji alîyê tevahîya axaftvanan ve hat bikaranîn.

Parlementarên grûban jî, Kurdistana başûrê Rojava wek”Bakurê Surîye” binav kirin!!

Xulasa, encamnameya “konferansê “, wekî her carî bi slogan û sîfetên sistema pkkê hat xemilandin!..

Ahmet ALAN

Bruxel

08-02-2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir