16 Adar 1988 Genocide Helebçe

Di dīroka Miletê Kurd de, îro ev bûyer birînek kûr e.

Di eynê wextêde jî ji bo dewlet û miletên cîhanê rûreşî û şermek mezin e ku hinek raste-rast, hinek jî bi bêdengîya xwe bûn şirîkê vê GENOCÎDÊ û di nav rûpelên diroka insanîyetê de cihek REZĪL û REŞ girtin!

Lê dagîrkerên Kurdīstanê û hevkar û piştgirên wan jî bira baş bizanibin ku Miletê Kurd, tu car naşike û namire; her zindî u jîn dibe!

32 sal di ser GENOCÎDÊ re derbas bû. Helebçe, ji nû ve brīnen xwe derman dike.

Destkeftîyên Kurdīstana Federal(KRG), li BAŞURÊ KURDÎSTANÊ bûye SÎWANEK netewī û ji 50 milyon Kurd re biçûye STAR û  HÊVÎ’yên pêşeroja miletê Kurd!

KRG, bi pêşengīya Kurdperwerên dilsoz DOZA KURD, li gor imkan û dezgehên Dewleta Federal ya Kurdīstanê, weki rêvebirên cihanê, lê dixebite ku pêwistî û emnîyeta jîyana welatîyên xwe amade û baştir bike.

Bi hevîya serkeftina KRG û hemû dezgeh û kesayatên karmend û emnî û Pêşmergeyěn Qehreman!

Em spasdarên wan e!

Rehme li gora Şehîdên Helebçe û yên temamê Kurdistanê be.

BERSIV Û TOLHILDAN’a GENOCĪD A HELEBÇE, ne grîn û nalîn û ne jî REŞGIRÊDAN û ŞÎN e.!!

Bersiv ha li welat an jî li Diaspora, bê rawestan kar û xebat ji bo DEWLETA SERBIXWE û KURDÎSTAN’a azad e..

Alan Amedi

Bruxel

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir