Çavderiya pêvajoya 25ê îlonê

Beriya roja giştpirsiyê bê dîyarkirin, me biryar da ku em bibin şahidê rojên dîrokî. Me ji derûdora xwe re got: Kesên derfetên wan hene divê amedekariya xwe bike! Piştî roj diyar bû, me bêsebir roj jimartin da ku em herin beşdarî wê coşê bibin. Roj kêm dibûn gef li dijî karwanê serxwebûnê her diçû zêde dibûn. Medyaya tirkan û ya xêrnexwazên kurd bi propagandeyek reş li dijî serxwebûnê dest bi derewan kiribûn. Reşkirina rastiyan her diçû zêde dibû. Gelek kesa tirsa xwe, daxwazên xwe yên dizî dibin navê rexnan de danîn ziman. Herroj çîrokên pûç û vala li hev zêde dikirin: “Ne dema referandûmê ye, ne ji dilin, ev taqtîke, ev projeya xurtkirina AKP ye, ev referandûma desthilatdariya eşîrîyê ye, li gor yasa Iraqê ne yasayî ye, Barzanî ji bo xwe referandûmê dike…” Hestiyê ziman hebûya, wê li ber wan derewan çend cara bişikesta. Dijmînê mirov herdem bêminet e, wezîfa xwe dike, li gor berjewendiyên xwe tevdigere lê mixabin ew kesên xwe weke şopgerên doza kurd nîşan didin û li gor daxwazên dijmin tevdigerin mirov gelek diêşîne!

Roja 21 îlonê, saet 8an em beşek heval ji Amedê, hinek ji Qoser û Midyadê bi rê ketin. Bi kelecanî û kêfxweş nêzîkî Silopî bûn. Gelek kesan bi telefonan şîfaî ji me re digotin; “Wê sibe derî bên girtin. Çûyin û hatin wê bê rawestandin.” Çapemeniya tirk dest bi propagandaya şerê sar kiribû. Saet 14:00an de em gihîştin ber deriyê Xelîl Îbrahîm. Me pasaportên xwe nîşanda û derbas bûn. Hevalên xwedî pasaportên kesk hatin rawestandin û ji wan re: “Divê Enqera çûyina we erê bike.” Beriya me, du dostên nas li derî hatibûn rawestandin, çar saetbû li benda bersîva Enqera bûn, em jî beşdarî cizayê keyfiyetê bûn. Çar saeta em li derî rawestiyan. Her tim digotin: “Sistem tune em li benda Enqera ne.” Bê minetî bû… Dawiya dawî gotin keremkin pasaportên xwe bigrin. Me bi lez pasaportên xwe girtin, û derbasî gumruka Kurdistanê bûn.

Zaxoya delal weke bûkekê bi alarengîn hatibû xemlandin. Piştî xwarin û bêhnvedanekê em dîsa bi rê ketin. Di nav salekê de gelek guhertin çêbûbûn. Me pirsa serxwebûna Kurdîstanê ji kê dikir bi çoşeke mezin bersiva me didan. Me dît ku gel zêdetir bi rojevê ve alaqadare. Me nexwest em dereng bimînin, roja din li Hewlêrê mîtînga fînalê hebû û serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî beşdar dibû. Divê em zûtirîn bigihîştina Hewlêra rengîn. Saet 23:30an de em gihîştin seytara Hewlêrê. Li otêlê me bi derfet û îmkanên xwe, ji xwe re cîh peyde kiribû.

Roja din, 22.09 berî mîtîngê em çûn kêleka Stadyûma Fransu Herîrî. Demek şûnda me dît mirov di kolanan de weke lehiyê ber bi stadiums diherikîn. Çar derîyên stadyûmê têr nedikir. Mirovan bi rêz û bi kêfxweşî ji hev rêz digirt û dibû alîkarî. Me alên xwe girtin û beşdarî dîlana serxwebûnê bûn. Medyaya cîhanê, bi taybetî ya ereban alaqetek mezin nîşan dida. Çavderên biyanî, kesên biyanî pir aşkera di nav wê lêhiyê de rastî mirov dihatin. Beşdarbûnê mîtîngê %75 xortbûn. Yên din jin zarok, kal, mêvan û malbatbûn. Coşî û kelecana girseyê Hewlêr dihejand!

Mîtîng bi axaftina serokê Kurdîstanê rêzdar Mesûd Barzanî destpêkir û bi dawî hat. Axaftinek dîrokî û manîfestoyek balkêş bû! Cîhê protokolê bi şexsiyet cûda hatibû tijekirin. Giraniya biyaniyan bi her awayî ve xuya dikir. Axaftina birêz Mesûd Barzanî bi çepik û qêrînên piştgiriyê dihat birîn. Her hevok ji aliyê gel ve dihat pesandin. Mîtîng bi piştgirî û stranên hunermendan, bi şow û teqîna fişekên hewayî bi dawî hat.

Piştî belavbûna stadyûmê trafîka Hewlêrê xitimî, hemû kolanên Hewlêrê bi dengê seyaran û xwepêşandina bû cîhê dîlanê. Em çûn restoraneke me xwarina xwe xwar û vegera otelê de me qezayek mezin derbas kir. Tirembêla me ji ajotinê ket. Bi alîkariya polîsên Hewlêrê seyara me birin cîhê senayê! Em ji mirinê xilas bûn. Bi birîn û êşên sivik tiştekî bi tu hevalî nehatibû. Cîhê kêfxweşîyê jî ev bû! Em hemû sax û selamet bûn!

Roja 25.09an em rabûn berbi cîhê dengdanê ve meşiyan. Mektebên lê deng didan gelek qelabalix bûn. Jin, mêr, qal, pîr hemû Kurdistanî, kêmnetewên cûda bi cilûbergên xwe yên netewî, olî weke beşdarî cejnê bibin, beşdarî referandûmê dibûn. Hinekan digotin: Îro vejîna dewletbûna Kurdistanê ye, hineka digot îro cejna serxwebûna Kurdistanê ye, hinek rojbûna gelê Kurdistanê ye. Saet ji 8 an heta 6 êvarî em li ser sindoqan, geriyan. Bi gel re axivîn. Me çavdêriya dengdanê kir. Gelek caran wêneyên hestiyariyê dît. Me hêvî û baweriya di kûraya çavên mirovande di biriqî dît. Em zêdetir kêfxweşbûn!

Min li Tirkiye çendî car demên dengdanê û referandûmê dîtiye. Ez gelek vekirî û bi dengekî bilind dibêjim: Beşdarbûn, alaqat û sîstema birêvbûnê ji Tirkiyê pêştir bû. Ji aliyê ewlekariyê ve tu probleme me nedît. Li hemû deran aramî hebû. Li her cîhê dengdanê em rastî çavdêrên biyanî û medyaya bîyanî bûn! TV tirkan têra xwe hebûn lê bi zimanek gemarî û bi awirên dijmînatiyê weşanên xwe di domandin. Ev jî rastîyek bû! Ji zimanê wan jahr diherikî. Di nav wê jahrê wêneyên “biratiya gelan” bi xwîn xuya dikir.

Giştpirsiya 25 îlonê ji bo gelê kurd, ji bo rewşenbîr kurd, ji bo partî û rêxistinê kurd, ji bo dewletên cîran, ji bo oldar û çepgirên doza “ummet” û “enternasyonalîzm”ê, ji bo helwest nîşandina herkesî bû ezmûnek vekirî. Ew dewletên digotin “em dergûşa demokrasî û edaletê ne” me carek din rûyê wan naskir. Referandûm ji bo rûyên bi maskeyan hatibûn veşartin bû kaxizê ‘tûrnesol’ê! Reng û rastiya rûyê her derûdoran raxist ber çavan! Hêz û qeweta wan derxist holê. Gelê Kurd carek din dît ku gava xwedî helwestek netewî be û bi yek dengî li daxwaz û armancên xwe xwedî derkeve, tu hêz nikare rê lê bigire.

Referandûma serxwebûna Kurdistanê dibin çavdêriya 250 çavdêrên biyanî û 23.000 çavdêrên partî û rêxistinên sivîl de pêkhat. Tu bûyerek û bê ûsulî pêk nehat. Di warê ewlekarî û rêya dengdanê de organîzasyonek baş hebû. Bi taybetî li Kerkûk û hinek heremên nêzî sînorên Iraqê ne, neyarên kurdan xwestin provakasiyonan pêkbînin lê belê pêşmergeyên qehraman rê li ber wan girt û referandûm di nav aramîyek xweş de derbas bû. 25 îlonê carek din nîşan da ku tevî gef û êrîşkariyên mêtingerên hov, gelê Kurdistanê bi baweriyek bilind û hestên neteweyî li doza xwe xwedî derket.

Me di wan rojên dîrokî de çavdêriya demajoya referandûmê kir. Têkiliyên me yên bi kesayetî û saziyan re, bi beşdarbûniya nav çalakiyan û guhdariya dengên kolanan ve em gihîştin van encaman.

Piştî referandûmê em bi hevra çûn serdana goristana Mela Mustafa Barzanî. Me bi hestên netewî mizgîniya serxwebûnê, berhemên keda wî û hevalên wî anî ziman. Me carek din li hizûra serokê nemir û şehîdên Kurdîstanê soz da ku em tu carî rê nadin dijmînê gelê Kurd bi ser bikeve. Ew alaya Qazî Muhamed teslîmi Mela Mustafa Barzanî kiribû îro li Kurdîstanê dibin serokatiya Mesûd Barzanî de ber bi serxwebûnê ve diçe. Ez di wê baweriyê de me, serkirdiya Kurdîstanê di demek nêzîk de, wê ala Kurdîstanê li ber deriyê netewên yekbûyî hilde jor. Ev serkeftin û serfirazî ji bilî xulam û kurmikên dagirkeran, keda hemû partî, rêxistin û sazîyên Kurdistanî ne. Ev serfirazî keda gelê kurde, berhemên sekin û îtîfaka serkirdatiya Kurdîstanê ye. Spas ji bo Serok Mesûd Barzanî û cîgirê wî Kosret Resûl re. Spas ji bo hemû gelê Kurdistan e.

 

Cano Amedî
http://www.basnews.com/index.php/kr/opinion/kursiya-azad/384109

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir