12 ÎLONÊ 1980 destpêka şikandin û têkçûnê ye. (11)

Cano AMEDÎ

Bi kurtayi, ev kronolojîya 12 Îlonê wêneya stratejîya dewleta dagîrker radixe ber çavan. Li gor bawerîya min ev stratejî, di 40 salên dawî de her tim hat guncav kirin û bi aparatên nû dom kir. Encamên wê stratejîyê em hemû bi hevra dijîn. Lewra 40 sal e, em di gêrînokek bêsînor de dizivirin; lê me ji bîrîn û êşên xwe re tu rêgeh, tu çarenivîsek an dermanek peyda nekirîye. Ev tabloya hanê; bi serê xwe tênegihîştîyên me, bê aso û bêçarebûna me radixe holê!

Keremkin em bi hevra li wê kronolojîya binêrin bixwînin û bi hevra li ser bifikirin: Ka di pêvajoya 12 Îlonê, sala 1980 an de çi qewimî?

De werin em bi hevre lê binêrin, ka bê di wan rojan de çi bû?

Çend kes ji me rûreşîya 12 îlonê dizane?

Zêdetirî 650 hezar kes hatin binçav kirin.
Nêzikî 2 milyon mirov hatin fîşkirin

210 hezar doz hatin vekirin.

2 milyon zêdetir mirov hatin dadgeh kirin.
ji 7 hezarî zêdetir, kesên sîyasî û yên ji rêzê, ji wan re cezayê idamê hat xwestin.
ji bo 517 kesan cezayê idamê hat dayîn (yek ji wan jî ez im)
50 kes zêdetir hatin idamkirin.
Li der dora 500 hezar kes, bi endametîya rêxistînî hat dadgeh kirin.
14 hezar kes ji hemwelatîyê hat avêtin.
30 hezar kes bûn peneber û çûn welatên derve.
300 kes bi awayekî ne dîyare hat kuştin.
171 kes bi îşkencan hatin kuştin.
Di gîrtîgehan de 299 kes hatin kuştin.
14 kes di rojiya birçîbûnê de mirin.
16 kes ji bo ku “revîyan” e kuştin.
95 kes di “pevçûnan ” de hat kuştin.
Bi 10 hezaran zêdetir kes ji kar hat avêtin.
Bi 1000 an kes bi fermana fermandarên leşkerî hatin “surgun” kirin.
Bi hezaran kes di bin nave: li dij fermana leşker û polîsan; çima “nesekinî” hatin kuştin.
Bi sedan dîlên siyasî di girtîgehan de hatin kuştin.
Bi hezaran kes hiş û bîra xwe wundakirin û seqet bûn.
Bi sed hezaran malbat li ber derê zîndanan û cihê binçav de psîkolojîya wan xerab bû.

Bandora stratejîya 12 îlonê, bi hemû giranî û alozîyên xwe, îro jî didome! 

Di jiyana her mirovekî de, di jiyana her malbatekî de “çîroka” 12 Îlonê cûda ye: hinek jê, bi Bedel û kedên mezin rastî neheqî û zilmê bûn; hinek jê jî li ber bayê wê bûn desthilatdar. Hinek jî gotin: “kî keştîya xwe xilas bike, captan e!” Hinekan jê gotin: “çîroka sê meymûnan maqûl e!” Hinekan gotin: “Na xêr, bê pîvanî û bê ehlaqî modaye, tu li berîka xwe binêre!” Ev kesên xwefiroş do çewa weke kewên ribat dikirin qêrîn, îro jî li ser sergoyan diçêrin!..

Armanca 12 îlonê ya yekem ew bû ku doza netewî bifetisîne û pêşî lê bigire!

Di zîndana 5 nolu de, ji sedî zêdetir welatparêzên Kurd Hatin kuştin. Hemû ji bo serxwebûna Kurdîstanê şehîd bûn!

Ew kesên dibêjin em li dijî serxwebûna Kurdîstanê ne; bila carek din vegerin wan rojan û dest bidin ser ûjdanê xwe.

Îro derîyê li Başûr û Rojava vebibe, wê rê li ber derîyekî nû: ji bo perçên din jî veke.

Ev doz ne doza partî û kesayeta ye, ev doz doza serxwebûna Kurdîstanê ye!

Carek din ez 12 îlonê şermezar dikim û rêz li keda şehîdan digirim û wan bi rêz bîrtînim.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir