Vîrusakoronayê û Globalîzm…


Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Vîrusakoronayê di dawîya sala 2019an de li Çînê dest pê kir. Di destpêkê de gelek dewletan wusa fikirîn ku vîrusakoronayê nayê welatê wan. Tehluke biçûk dîtin. Gotin ku “ev vîrusa dê bi Çînê bê sînor kirin.” Lewma jî, ji bona ku pêşiya vîrusê bigrin xebat nekirin, ji bona hemwelatîyên xwe xetereke mezin qewimandin.

Diyar e ku Emerîka wek dewletekle emperyal û super, Engilîstan li hemberî vîrusê ji ezmûnê derbas nebûn. Engilîstanê piştî ku vîrus hat welatên wan jî, hezar mixabin gor bawerîya min sîyaseta qirkirina însanan pêşî pejirand. Ew tewaneke mirovatî bû. Got ku “ev nexweşîya, nexweşîya temenzêde ye. Loma jî divê em vîrusê azad bihêlin. Encam dê ji bona me baştir be. Lê dema ku dîtin ciwan û berpirsîyarên dewletê jî, serokwezîr û wezîr jî; nexweş ketin, wê demê siyaseta xwe guhertin.

Vîrusa koronayê di sala 2020an de bi taybetî jî di meha Adarê de li hemû dinyayê belav bû. Boniya mirovatî bû xetereke mezin. Wê demê Rêxistina Tenduristî ya Dinyayê (RTD) îlan kir ku “ev vîrusa pandemî/navneteweyî ye. Divê hwemû dewlet tevbigerin û ji hev re alîkar bin.”

Dema ku vîrus li hemû dinyayê belav bû, çend mijarên girîng hatin rojevê. Mijara girîngtir ya hatiye rojevê û derkete pêş jî, Globalîzm e.

Ez dixwazim van mijiran analîz bikim.

Gelek lêkolîner, di wê baweriyê de ne ku “dinya nexweş e, xweza nexweş e, gerdûn nexweş e. Di encamê de şik tune ye însan jî nexweşin.”

Lewma divê mirovatî û dewlet xweristê biparêzin, avê biparêzin, daristana biparêzin û zêde bikin.

Yekemîn mijar, derket xolê ku çanda xwarin û tenduristiya însanan problemekî mezin e. Bi taybetî jî însanên welatên sêyemîn di vê pirsê de xwedîyê pirsgirêkeke mezin in. Divê ku çanda xwarin û babeta jîyanê bê guhertin.

Duyemîn mijar, derket holê ku sîstema tenduristî ya dewletan, ji bona ku pêşiya vîrusê bigre organîzekirî nînin û têrê nakin. Ew dewletan, dewletên paşvemayî û dewletên pêşdikevî nînin. Dewletên emparyalîst jî û bi taybetî jî dewleta mezintirîn emperyalîst û super Emerîka jî li hemberî vîrûsê eciz e.

Vê encamê jî siyaseta dewletan ya tendurîstî anî rojevê. Ew niqaşeya dom dike. Ez jî dibêjim ku dewletên emperyalîst û hemû dewletan ji bona çekan zêde mesref kirin, loma jî tenduristîya gelên xwe nefikirîn. Sîstemên xurt yên tenduristî ava nekirin.

Di hemandem de derket holê ku ji bona dewletan însan xwedîyê qiymeteke bilind nînin. Xebat ji bona însanan ne û ji bona ku dewlet xurt bibin tên meşandin.

Ev pirsgirêka, ji berê ve pirsgirêkek girîng e. Ev yeka taybetî ji bona dewletên otorîter, faşîst, totalîter wek nexweşîyeke mezin dihat tespît kirin. Girêdayî vîrusa koronayê derket holê ku dewletên ji bona xwe dibêjin “em demokrat in”, an jî wûsa tên terîf kirin jî, qiymet nedane însanan.

Ev wek pirsgirêke mezin ya mirovetî dîyar dike. Di demên pêşî de ev mijara jî dê ji bona dewletan bibe pirsgirêkeke girîng.

Divê baş bê zanîn ku piştî ku dinya ji vîrusê xelas bû, ev mijara dê bibe stratejîk û bê minaqeşe kirin. Lewra dema ku dewletek zêde çek biafirîne, divê ku wan çekan bifroşe dewletên din jî. Ji bona ku dewletên din jî çekan bikirin, divê ewlewîya wan di bin xeteriyê de be, şer hebin. Loma jî ev siyaseta çek afirandin û mesrefên mezin ji bona artêşan/leşkerî veqetandin, dibe sedema şerên dijwar.

Li hemberî neteweya kurd Dewleta Tirk, Sûriye, Iraq, Îran  şera didomînin. Loma divê zêde pere bidin çekan.

Li Rojhilata Navîn û li dinyayê  herêmên din jî loma şer didomînin.

Lê hîç şik tune ye ku ev vîrûsa dê serê dewletan, berpirsiyarên wan, serok û hikûmetên wan dê gelek biêşîne.

Piştî vîrûsê derket holê ku platform û rêxistin û yekîtîyên navneteweyî jî xizmetî tenduristîya însanan nakin.

Beriya her mijarekê, sîstemeke tendurîstî ya navneteweyî û global jî tune ye ku xizmetî tenduristîya însanan bike. Bes Rêxistina Tenduristî ya Dinyayê (RTDê) heye. Ew jî ne xurt e, bê îmkan û bê fonksîyon e.

Yekîtiya Ewrûpayê (YE) li hemberî vîrûsê nikarî siyasetekê tespît bike, Ew yekîtîya ji bona hemû neteweyên sêyemîn wek hêvîyeke dihat terîf kirin, nikarî ji endamên xwe re, ji Îspanya`yê, Îtalya`yê,Fransa`yê, Engilîstan`ê û dewletên din re alîkarî bike.

Ez di wê baweriyaê de me ku piştî vîrusa koronayê hebûn û nebûna YE dê bê qada niqaşê. Beşek berpirsiyarên YE jî di wê bawerîyê de ne.

Neteweyên Yekgirtî (NY),  platfotrma mezintir ya dewletan e. NYê, Di pirsa vîrusê de biryarek nikarî bigre. Bawer dikim ku piştî vîrusê NY jî dê wek yekîtî û dezgeheke nevnateweyî niqaşe bibe, ji nûve avakirina wê dê bê rojevê.

Ji aliyê din de dihat gotin ku piştî şerê sar (1989) ku bi xirabûna Dîwarê Berlînê wek mîlad tê qebûlkirin, globalîzm dê pêk bê û êdî dinya malek e. Lê piştî vîrusê derket holê ku globalîzm pêk nehatiye û navneteweyîbûn jî derew e.

Qewimandin nîşan dide ku piştî zora vîrus hat, globalîzm dê ji gelek aliyan de bê rojevê. Globalîzm ji alîyê naverok û çarçeweyê de dê dîsa jinûve bê terîf kirin.

Hîç şik tune ye ku piştî vîrusa koronayê dinyayeke nû dê ava bibe. Ew dinya divê zêdetir xizmetî berjewendiya însana û tendûristiya însana bike.

Lê li dinyaya nû jî diyar e ku dewletên milî dê dom bikin. Lê dewletên milî bi ev qerekter û naverokên xwe yên heyî nikarin bidomînin. Ew dewletan divê xwe biguherînin û ji bona ku xizmetî însanan bikin xwe ji nûve ava bikin.

 Neteweya kurd jî dê ji bona dewleta xwe ya milî têkoşîn bide, ji dewletên kolonyalîst û dinyayê mafên xwe bi awayekî radîqal daxwaz bike.

Diyarbekîr, 03. 04. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *