Ji BO RAYA GIȘTÎ



Welatê me Kurdistan û rojhilata navarast, îro careke din di bin xeterîya êrîş û dagîrîya dewleta Tirk da ye. Ev dewleta hov û terorîst, di Kurdistanê û navçeyê de zilm û zordarîyek nedîtî, li ser gelê Kurd û kêmneteweyên din dimeșîne. Her weha di warê olî û mezhebî de Xaçperest, Alewî, Ezîdî û hwd yên ku ne islam in û ne ji mezhebê fermî ne, li got siyaseta ”Senteza Tirk û Îslam” tên asîmîle kirin û helandin. Dîsa yên ku li hemberî vê sîyasetê derdikevin têne îșkence kirin, heps û zîndan kirin, mecbûrê nefî û koçberîyê dibin.


Dewleta Tirk, ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li dijî gelê Kurd vê siyaseta xwe dimeșîne. Lê herweha li bêșên din jî yên welatê me, ji bo gelê me tu maf û azadîyê bi dest nexe û nebe xwedîyê statuyekê, bi dewletên cîran re peymanan pêk tîne û bi hev re dek û dolabên bi dizî û eșkere li hember gelê me bi kartîne. Serokê Komara Tirkîyê, Recep Tayip Erdogan, di axaftineke xwe de dibêje: “heger li hîvê jî dewletek Kurd were avakirin, emê pêșî lê bigirin”. Dunya tev, îro bi bela Vîrusa Koronayê re mujule. Lê dewleta Tirk, li Suriyê ji bo ku gelê me mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest nexe, li Kurdistana Rojava, li ser axa xwe nebe xwedî statuyekê, bi leșkerên xwe, bi tanq û topên xwe, bi bermayîyên DIÎŞê gelek navçeyên Kurdistanê dagîr kirîye û xistîye bin kontrola xwe. Kurd ji erdê bav û bapîrên xwe hatine derxistin, li cîhê wan Ereb û bermayîyên DIÎŞê hatine ciwar kirin, demografîya Kurdistana Rojava guhart û diguhurîne.


Bi behaneya hebûna bingehên PKKê, bi salan e dewleta Tirk, li Bașûrê Kurdistanê, bi sedê caran operasyonên leșkerî yên bejayî û ezmanî pêkanîne. Hefteyek berê, dîsa dewleta Tirk tevî rejîma kolonyalîst û kevneperest ya Îranê, di eynî demê de dest bi dijwartirîn êrîșê kirin. Îran, bi behaneya muxalîfên xwe, dewleta tirk jî bi behaneya hebûna bingêhên PKKê, bi hemû çekên xwe yên giran û balafiran, Bașurê Kurdistanê bombabaran dikin. Dewletên dagîrker, bi van êrîșên xwe yên ezmanî û bejayî, hem serwerîya Iraq û Herêma Kurdistanê, hem jî zagon û prensîbên navneteweyî binpê dikin. Van êrîșên dagîrkerî yên Tirkiyê û Îranê li Bașûr û Rojavayê welatê me, heta nuha bûne sedemê kuștina gelek kesên sivîl û bêguneh. Gelê me di bin xeterek mezin de ye, ji nuha de koçberîyek girseyî dest pêkirîye.

Divê Kurdên çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên derweyî welat, bi yekdengî û bi yekrêzî li dijî wan êrîşên hov yên dewletên kolonyalîst û dagîrker derkevin û piştgirîya gelê xwe bikin. Herweha divê hemû hêzên siyasî berpirsîyartîya xwe zanibin, dev ji siyaseta hizbî û grûbî berdin, dev ji dijîtîya hevdu berdin, bi siyasetek hevpar û netewî tev bigerin. Pêwist e ku hinek hêzên siyasî bi siyaseta xwe ya xelet ji êrîşên dewletên dagîrker re, bi taybetî jî êrîşên li ser Başûrê Kurdîstanê re, rê venekin.

Em wek Platforma Hevkarîya Partîyên Kurdistan (HEVKARÎ) li Swîssrê bang dikin ku her hêz berpirsîyarîya xwe bi cîh bîne û ji serwerîya hêz û parçeyên dinê re rêz bigre!


Gelê me, li Iraq û Surîyê, bi berxwedaneka qehramanî pișta DIÎŞê șikand û dunya ji xeterek mezin parast. Hemû dunya deyndarê miletê Kurd e. Lê çi heyf û mixabin eynî dunya, îro li hemberî vî şerê, dagîrkerî û hovitîyê bêdeng e. Îro li ber çavên dunyayê, gelê me ji hêla dewletek piștgirê DIÎŞê ve, di nav xwînê de tê xeniqandin, axa welatê wî tê dagîrkirin!


Em bang li dinyayê dikin!

Em bang li hemû sazî û dezgehên mafên mirovî, komel û rêxistinên sivîl yên netewî û navnetewî dikin!

Em bang li Yekîtîya Neteweyan, Yekitiya Ewropayê, dewletên endamê NATOyê dikin!

Em dibêjin hawar û gazîya gelê me bibihîzin!
Li dijî şer û dagîrkerîya Tirkîyê û Îranê derkevin; li dijî operasyonên li Bașûrê Kurdistanê rawestin!

28.08.2020

Platforma Hevkariya Partîyên Kurdistan (HEVKARÎ) Li Swîssrê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *