Xelata Aşitî ya Nobelê mafê Neçîrvan Barzanî ye…


Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Nivîskar- Rojnamevanê Rojnameya Emerîkî The Waşîngton Timesê Rachel AVRAHAM di 6ê Nîsana 2020an de di derbarê Serokê Dewleta Federe yê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî de nivîseke gelek girîng nivîsand. Di wê nivîsa xwe de pêşniyar kir ku “divê Xelata Aşitî ya Nobêlê pêşkêşî Serokê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî bibe.”

Rachel AVRAHAM dibêje ku “piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, di Herêma Rojhelata Navîn de dûr nebû ku şer û pevçûneke mezin çê bibûya. Serokê Dewleta Federe yê Kurdistanê gelek zîrek derket. Wî bi rêya siyasî, dîplomasî û aşitîyê pêşiya şer û pevçûnê girt. Wî bi qabîlîyet û zanyarî û ferasate xwe neteweya xwe kurd jî, ji êrîşên dewletên Iraqê, Îranê, Tirk  parast. Pêşîya xwînrijandinê girt.

Ji bona vê yekê divê Xelata Nobela Aşitiyê Mafê Serokê Dewleta Federe yê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî be.”

Nivîskar û rojnemavanê Emerîkî watiniyeke însanî û bi edalet pêk anîye. Ez ji bona wî sipasdar im.

WATEYA VÊ PÊŞNIYARÊ GIRÎNG E…

Pêşniyara rojnamevan û nivîskarê Emerîkî bê wate nîne. Ev pêşniyara xwediyê wateyeke girîng e.

Diyar e ku pirsa neteweya kurd û Dewleta Federe ya Kurdistanê bûye mijareke navneteweyî. Cîhan û Emerîka ji pirsgirêka me kurdan agahdar e.

Ew jî dizanine ku ji derveyî kurdan neteweyên bê dewlet tune ne.

Ew jî dizanin ku li neteweya kurd neheqîyeke mezin dibe.

Cîhan û Emerîkî jî dizanin ku kurdan bi rêya aşitî û demokratîk referandûma dewlet avakirina xwe erê kir. Lê encama êrişên dewletên kolonyalîst û xiyaneta dewleta Emerîkî û Yekîtiya Ewrûpayê pêşîya dewletbûna kurdan hat girtin. Statuya neheq, kolonyalîst, bê hiqûqî hat parastin.

Baş tê zanîn ku kurdan hîç wextekî rê û rêbaza terorê bi kar neanîne. Dema ku şerê çekdarî kiribin jî, ji bona ku mafên xwe yên milî qezenç bikin, welatê xwe rizgar û azad bikin, dewleta xwe ava bikin; xwe li hemberî êrîşên dewletên kolonyalîst biparêzin bi kar anîne û tînin.

Cîhan dîsa baş dizane ku piştî Referanduma Serxwebûna Kurdistanê (2017), dewletên kolonyalîst bi tîfaqeke mezin û êrişker Kerkûk îşgal kirin. Xwestin ku tevayî Dewleta Federe yê Kurdistanê ji holê rakin. Dewleta Federe û hemû kurdan li hemberî vê êrişê berevanîya welat û mafên xwe kirin. Zora dewletên kolonyalîst birin.

Dema ku zora dewletên kolonyalîst bir, dest bi xebata dîplomasiyê kirin û di dîplomasiyê de jî serkeftî bûn.

Cîhanê bandora xebata dîplomatîk ya Serokê Kurdistanê Mesûd Barznî û Serokê Dewleta Federe yê Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê bi her awayî hîs kir û teqdîr kir.

Hewlêr bû navenda dîplomasî yî. Hemû balyozxaneyê Dewletên Rojava hatin Hewlerê, paytextê Kurdistanê cîwar bûn. Hewlêr, ji aliyê dîplomasiyê ve qasî paytextên Dewletên mezin bû xwediyê performansekê.

Min ev yeka gelek caran jî nivîsand.

Di demên dawî de Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî li DAVOSê xebateke gelek xurt ya dîplomatîk meşand.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Bazranî jî, li Berlînê di Konferansa Ewlewî de dîplomasiyeke gelek xûrt meşand.

Baş tê zanîn ku bi Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re her roj hevûdîtineke berpitsiyarên dewletan hebûn.

Diyar e ku Serokê Dewleta Federe Neçîrvan Barzanî gor pîvanên navneteweyî û hiqûqa navneteweyî û demokratîk û aşitiyê dîplomasî meşandîye. Loma jî bala dinyayê  ji nêzik de kişandîye.

Loma jî Xelata Aşitî ya Nobelê mafê Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî ye..

NEÇÎRVAN BARZANÎ, DI RÊ Û RÊBAZA AŞITIYÊ DE KEVNEŞOPERÊ SEROKÊN KURDISTANÊ YE…

Serokê Kurdistanê Şeyh Abdûlkselam Barzanî, di destpêka sedsala 20an de mafê neteweyî bir rêbazeke aşitî daxwaz kir. Li Kurdistanê reformên mezin pêk anî. Reformên ku  wî xistibûn jiyanê, piştî 50 salî li Ewrûpayê hatin pejirandin.

Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed bê şer dewletek ava kir. Dema ku Yekîtiya Sovyetan li wî xiyanetî kir û pişgirîya xwe ji Dewleta Kurdistanê qetand, Dewleta Kolonyalîst ya Îranê biryar da ku êrişî Kurdistanê bike; Qazî Mihemed û Meclîsa Kurdistanê ji bona ku neteweya kurd nedin qirkirin, biryar dan ku şer nekin. Di nav gelê xwe de jîyana xwe bidomînin. Hezar mixabin dewleta barbar ya Îranê ew dîl girtin. Serokkomar Qazî Mihemed û berpirsîyarên din yên Dewleta Kurdistanê bi awayekjî nehiqûqî û neînsanî hatin darizan. Di derheqê wan de cezaya sêdarê/îdamê dan. Kurdistan tarûmar kir.

Serokê Neteweyî û Efsanewî Mustafa Barzanî, dema ku li Iraqê di sala 1958an de desthilatdarî hat guhertin, hikûmetê biryar da ku mafên neteweya kurd teslîm bike û Iraq bibe welatekî otonom. Loma gaziyê Serok Mustafa Barzanî hat kirin, Mustafa Barzanî û hevalên wî ji bona ku peyman çê bikin, vegerîyan Iraqê û Kurdistanê.

Piştî vegera wan, li Iraqê li ser makezagoneke nû li hev kirin çêbû. Di makezagonê de avakarê Iraqê du netew (Neteweya Kurd û Ereb) hat pejitrandin, du ziman (Kurdî û Erebî) bûn du zimanên fermî yên dewletê..

Dema ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê peyman binpê kir. Serok Mustafa Barzanî ji Şoreşa Neteweyî ya Îlonê re serokatî kir. Neteweya Kurd û Kurdistan parast. Zora dewletê bir. Dema ku Dewleta Iraqê xwest ku peymanê çê bike, Serokê Neteweyî negot ku “ez xurt im û ez peyman çê nakim”. Di 11ê Adara 1970yî de Peymana Otonombûna Iraqê û Otonomiya Kurdistanê erê kir.

Serokên din yên Kurdistanê jî her demê rê û rebaza aşitiyê meşandin. Bes mafên neteweya kurd daxwaz kirin û hîç demekê nexwestin ku zerarê bidin neteweyên li hemberî xwe.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di jiyana xwe de û di dema Dewleta Federe ya Kurdistanê de her dem aşitîxwaz bûye. Her demê xwestiye ku pirsgirêkan bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re bi rêya aşitî çareser bike. Derfeta wî wan hebû ku dewleta serbixwe ava bike. Lewra dewleta Iraqê bi her awayî belav bibû. Lê federalbûn parast. Dema ku tespît kir ku dewleta federal bersîva hewcedarîya neteweya kurd û Iraqê nade, bi rêya aşitî dewleta konfedaral daxwaz kir. Ji bona Dewleta Kurdistanê di sala 2017an de Referandûma Serxwebûna Kurdistanê li dar xist. Ew helwesteke gelek demokratîk û aşitîxwaz bû.

Hikûmeta Kurdistanê, serokên Dewleta Federe ya Kurdistanê li dijî DEAŞê fedakarîyeke mezin kirin Gelek şehîdên Kurdistanê çê bûn. Vê fedekariyê xizmetî aşitiya herêmê û cîhanê kir.

Neçîrvan Barzanî kevneşoperê van Serokên Kurdistanê yên aşitîxwaz in. Loma jî Xelata Aşitî ya Nobelê mafê wî ye.

DIVÊ EM KURD ÇI BIKIN…

Heger Neçîrvan Barzanî xelata nobelê bigre, pirsa neteweya Kurd û Kurdistanê di cîhanê de dibe rojeveke girîng. Ev yeka di dewletabûna Kurdan de dibe alîkar.

Loma jî divê hemû kurd piştgiriya pêşniyara rojnemevan-nivîskarê Emerîkî bike.

1-Divê her kurdek biryar bide ku xelat qezençkirina Serokê Dewleta Federe yê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, li berjewendîya neteweya kurd e. Mafê wî ye.

2-Divê hemû kurd baş bizanin ku dema Neçîrvan Barzanî Xelata Aşitî ya Nobelê qezenç bike, ev bûyera dibe sedem ku mijara kurd bibe mijareke navneteweyî. Hemû cîhan ji mijara kurdan re bibe çavdêr.

3-Di hemandem de ev bûyera di çareserkirina pirsgirêke neteweya kurd û Kurdistanê de dê bibe enstrumaneke girîng.

Bi vê zanyariyê:

1-Divê kurdên hemû beşan û kurdên cîhanê biryar bidin ku piştgiriya Neçîrvan Barzanî bikin.

2-Divê hemû rêxistin û dezgehên beşên Kurdistanê û kurdên cîhanê biryara piştgiriya Neçîrvan Barzanî werbigrin.

3-Hemu kes û dezgehên kurdan divê qempenyayê piştgiriyê bi gelek babetan rêxin û organîze bikin.

4-Hemû kes û dezgehên kurdan li dewletên biyanî û bi taybetî jî li dewletên Skandînavyayê lobiyan ava bikin. Lobiyên kurdan bi danûstandinên niviskî û zindî xebata xwe bidomînin. Ji Neçîrvan Barzanî re piştgirÎ bixwazin.

Diyarnbekîr, 17. 04. 2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir