Li Ser Rewşa Kurdan Nivîsek Lewaz


Pîştî hezar salan parastina xak, çand, hûner û zimanê gelê Kurd îro ber bi mirinê ve diçe; wekî nexweşekî bêderman.

Îro parastina nirxên netewî ji hemû deman zortir e. Ji aliyekî ve pêşveçûna amûrên teknolojiyê, ji aliyê serdestan ve ji bo bişavtinê tên bikaranîn, ji aliyê din jî hewldanên desthilatdaran yên ku netewa Kurd ji rastiya wê dûr têxe. Ev dûrketina ji nîrxên netewî, him ji alî neyar ve bi darê zorê û amûrên asîmîlasyonê tê kirin û him jî ji alîkî ve bi oto asîmîlasyonê bi dilê xwe jî tê kirin.

Belê, mixabin piştî êrîş û talanên zordesta yên ku bi sedan salan berdewam kir, îro jî talana mejiyên hatîye mêtin em dibînin. Ew mejiyên ji bo nûnertiya mêtinkara amade! Ew mejiyên ku ji rastiya xwe hatine dûrketin û ew mejiyên sar û seqem…

Hûn dikarin minakan li ser wan mejiyan zêde bikin…

Li vir peyamek derdikeve hole, ew jî ev e: Dûrketina nirxên netewî nexweşiyên bêderman ji xwe re tîne û êdî netewa Kurd van nexweşiyan dijî!

Têkiliya di nav şaşiyên Ereban û Kurdan   

Nebî Muhemmed dema di nav ereban de derket hole, seranserî qebîleyên Ereban di nav nexweşiyan de bûn. Ji wan nexweşiyan yên herî berbiçav, ji aliyê olî de bû: Ji ber ku ereban peyamên nebîyên berî Muhemmed hatibû, hemû binpê kiribûn. Kabeya Nebî Brahîm avakiribû, kiribûn cihê pûtan û dest ji baweriya yekxwedayî berdabûn. Ew êdî xwedî gelek xwedayan bûn û ew yek ji wan re rewşeke asayî bû. Kesên ew şaşî û nexweşî dianîn zimên, ew kes dihatin sûcdarkirin û ew ji civakê dihatin afarozkirin. Nebî Muhemmed, di rewşeke wisa derketibû. Bi rastî, karê wî zor bû, ji ber ku civaka wî xwe wunda kiribû û haya wan ji nexweşiya wan nebû.

Her wekî hûn jî dizanin, piştî nebî Muhemmed û alîgirên wî bi şiklekî aşkere derketin û ji bo emelîyata civaka ereban hewldidan, ew wek dîn, bêaqil, sêhrebaz, derewîn û hetta xaîn hatine binavkirin. Ew kesên li dijî Nebî Muhemmed û alîgirên wî derketin, xwe wek bawermend û xwedayên xwe jî wek heq didîtin. Piştî gelek şer û pevçunên dijwar, nebî Muhemmed ereb tîmar kir, pût ji kabê derxist û ereb zivirand ser rastiya xwe. Gelo dibe ku di nav me de kesên wek nebî Muhemmed derkevin û şaşîyên me sererast, nexweşiyên me derman bikin?

Dermanê nexweşiya Kurdan di nav Kurdan de ye

Aniha Netewa Kurd hay ji nexweşiya xwe nîn e. Kesên wek Nebî Muhemmed û alîgirên wî jî di bin zixt û givaşan de ne. Ew kesên dixwazin rola nebî Muhemmed bilîzin, ew û alîgirên wan rastî êrîşên muşrîkên Qureyşî tên. Lê dîrok xwe dubare dike, çawa nebî Muhemmed û alîgirên wî erebên nexweş tîmar kirin, namzetên me jî wê mejiyên kolonyal derman bikin.

Îro zû bi zû tu Kurd nabêjin em ne Kurd in; lê piraniya wan ji rastiya xwe dûr ketine û mejiyê wan hatiye şûştin, bûne nûnerê neyaran. Bi rabûn û rûniştina xwe û heya silavdan û axaftina xwe, rola xwe ya kolonî dilîzin. Hişên wan ji aliyê dagîrkeran ve hatiye hipnoz kirin û êdî xwedîyê wan hişan di bînê bîra desthildaran de ye. Heqîqet, gotin û jîyan ya serdesta ye.

Dema Kurdekî ji wan re kala ziman, çand, hûner û kevneşopîya wan dike, ew kes wek nexweşekî nîjadperest tê hesibandin û ji wî re şîretên enternasyonalîsmê tê dayîn. Mixabin nexweş hizir dike ku yê li hember wî nexweş e. Carna di dilê xwe de, carcaran jî bi devê xwe yê herîmî û zimanê kolonyalîstan wî rexne dike û dersa humanîzmê dide wî. Rastî ew e ku xwediyê mejiyê hatiye mêtin, nexweşekî bêderman e û jahrê belav dike. Êdî aqil û mejiyê dagîrkeran, di nav kolonîyê de tê parastin. Mixabin nûnerê kolonyalîstan çek li hember netewa xwe girtiye..!

Netewperwerîya milletê bindest zor û zehmet e. Çavkaniyên wan zor û zahmetîyan, him dagirker in him jî navxweyî ne. Ji xwe şerê derveyî tê kirin û baş û xirab digehîje encamekê, lê şerê navxweyî him nagihîje tu encamê û him jî netewekê hedî hedî dikûje.

Netewperwer, wek mirovekî biaqil di nav zindana dînan de şerê îspatkirina aqilê xwe dike. Rastî êdî karê wî pir zehmet e. Lê bêçare nîn e.

Wê bidome

Bahoz Colemêrg

3 Gulan 2019/Enqere

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir